Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [trt kurdî] de;

34. belkî li tirkiyê qenala herî popûler ya bi kurdî be. ez bixwe temaşe nakim lê tvyên dn yên bi kurdî jî temaşe nakim. hebe tune be şer e, xwîn e û girîn e. helbet ev rastîya me ye lê mirov nikare 24 saet van temaşe bike û di psîkolojîyek normal de bimîne.
ez hemû nûçeyan her roj dixwînim di înternetê de, ji rojevê namînim lê qet li nûçeyên tvyan temaşe nakim.

min hêvî nedikir ku ev qenal evqas bidome lê vaye 5 sal in dewam dike û gelek kes jî temaşe dikin. ji bo dewletê serkeftinek mezin e.



05.01.2020 21:51 ~21:51 | simurg56

20. qenala tirşikçiyan e. min berî demekê dirêj ji ser televîzyona xwe jê bir. xwedê nehêle.



06.01.2016 23:12 | simurg56

6. navek xweş e. nexwe dewletê êdî biryar daye ku zimanê kurdî weke fermî bipejirîne.



11.01.2015 09:23 | simurg56