Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [erupel.com] de;

7. bi qasê min dît, malperek rastîn e, yanî dixebite.

min 2 pirtûk ji w an xwestin, camêran şandine lê ji ber ku remlavêj li navnîşana ku dabû "nayê naskirin" pirtûk li wan vegeriyane.. camêran ji min re peyamek şandin û gotin pirtûk vegeriyane wan, min jî navnîşanek nû da wan û xwest dîsa bişînin.

gotin em ê dîsa bişînin lê vê carê kargo ji kîsê te ye, min jî got temam. niha pirtûk hatin.



welhasil mirov dikare bi wan re bikeve têkiliyê, ev jî tiştek gelek baş e. ne fîrmaya telesekreteran e.



18.04.2015 12:48 | simurg56

6. malpera ku min berî çend rojan sîparîşek jê xwestibû. îro e-peyamek şandine û ji bo bi dereng ketina pirtûkan, lêborîna xwe xwestine. baş e, qet nebe bi mirov re dikevin têkiliyê.

lê e-peyama xwe bi tirkî nivîsandibûn. min jî bi rexneyekî bersiva wan da.



28.03.2015 10:28 | simurg56