Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [notepad++] de;

4. nivîsbarîya ku hema bêje di hemû navên guherto/versîyonên xwe de peyamên sosyal/polîtîk dide.


Notepad++ 7.9.1: pour Samuel Paty (girî ji bo samuel paty)
Notepad++ 7.8.9: Stand with Hong Kong (bi hong kong re bin)
Notepad++ 7.8.3: Free Uyghur (bila uygur azad bin)



24.01.2021 11:25 | simurg56

1. bernameyek nivîsê ye.

ji bo kodnivîsînê gelek xweş e û sivik e. lê ez ne tenê ji bo wê, ji bo nivîsandina her cûre nivîsan bi kar tînim. şûna ku word'a qûngiran vekim, nivîsên xwe yên bêteşe, bi notepadê dinivîsim.



versiyona 2. li kurdî jî hatibû wergerandin: http://www.wergerine.com/index.php/daxistin/category/95-notepad2



îro versiyoneke wê ya nû derket. min rojane kir. peyama wan ya ji bo piştgiriya charlie hebdo derket.

piştî ku rojane bû; jixweber vebû û hêdî hêdî, tîp bi tîp vê peyamê nivîsand;

"Freedom of expression is like the air we breathe, we don't feel it, until people take it away from us.



For this reason, Je suis Charlie, not because I endorse everything they published, but because I cherish the right to speak out freely without risk even when it offends others.

And no, you cannot just take someone's life for whatever he/she expressed.



Hence this "Je suis Charlie" edition.

- #JeSuisCharlie

"



yanî bi kurtî û kurdî;

"azadiya derbirina fikran, mîna hewaya ku em pê nefes distînin, e: em wê hîs nakin heta ku kesek were û wê ji me bistîne.

ji ber vê yekê em hemû charlie ne. ne jo ber ku em hemû weşanên wan rast dibînin, lê ji ber ku em qîmet didin wê yekê ku mirov bikare bêyî tirs biaxive, heta ger ew gotin ji bo hinekan ne xweş bin jî.

û na, tu nikarî ji ber gotinên kesekî/kesekê wî/wê bikujî

ji ber vê yekê, ev versiyona je suis charlie ye.

- #JeSuisCharlie"



31.01.2015 00:00 | simurg56