Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [peywira rojhilatê] de;

2. heye ku bibe sedema wê ku kesên ku nû dest bi kar kirine, yanî ecemî ne, werin kurdistanê û bibin sedema xeletiyan û belkî seqetiyan.

lê berpirsiyarê vê yekê tenê ne dewlet e. ji dewletê zêdetir, berpirsiyarî ya kurdan bixwe ye.

li gel ku, têra kurdan mamosteyên kurd hene, lê nayên li welatê xwe kar nakin. ev ne karê taybet e ku mirov bibêje li kurdistanê derfeta kar tune. ev kar li kurdistanê jî û li bajarên tirkan jî wek hev e.



dîsa di nav kurdan de têra kurdan doktor û endezyar jî hene lê piraniya wan jî nayên û li welatê xwe naxebitin. gelek hevlaên min yên kurd,dema hê em li zanîngehê bûn jî, digotin piştî me xelas kir em dixwazin li stenbolê fîlan bimînin, welatê me gelek falan fîlan e.



ê dema wisa be, dewlet jî mirovan bi kutekî dişîne welatê me. gelo kurd çima bi kutekîya dewletê tên li welatê xwe dixebitin û çawa ku keys dibînin, jê direvin?

divê em pêşîn bersiva vê pirsê bidin.



19.02.2015 20:51 | simurg56