Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [domînos] de;

6. dikanên ku haya xebatkarên wan ji tama pîzzayên wan tune.

wê rojê ji ber ku li malê xwarin tune bû, min got herim pîzza bistînim. çûn dikaneke wan, min dît li kêleka pîzzayekê "nû derket" dinivîse. min ji xebatkarê ku sîparîşan distîne pirsî "gelo tama vê çawa ye, tu pêşniyar dikî?" got mixabin nizanim, min qet nexwariye.



min nezanî çi bifikirim. gelo ev fîrma qene pîzzayek jî nade xebatkarên xwe û zilam jî ne yeke wisa ye ku bikare pere bide pîzzayek wisa û bixwe heta ku tama ew tişta ku difroşin nezanin? an zilam ji pîzzayan û ji karê xwe hez nake, loma qet nekiriye devê xwe de? û hwd.



29.03.2016 21:10 | simurg56

1. marqeyeke pîzzayan e.

berî çend salan pîzzayên wan gelekî xweştir bû. extravaganza û meksîkano gelek xweş bûn. lê van salên dawîn êdî ne weke berê baş e. di eslê xwe de buhayê wan jî kêm nebû lê..

lê heftya borî, piştî demek gelek dirêj min li dikana wan bixwe bol malzemos xwar, ne xerab bû. ez bawer im ger mirov li cihê wê bixwe, germ bixwe dîsa baş e. nexwe divê mirov sîparîş nede.



16.03.2015 22:02 | simurg56