Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nude mouse] de;

1. yanî mişkên tazî.

cûreyeke mişkên mutant in. reben nin, xwelîser in. li laboratuvaran, ji bo cerban tên "hilberandin".



di genetîka wan de xeletiye çêkirî heye. ex xeletiya/guhertina di gena foxn1ê de, van mişkan dike atîmîk. yanî nahêle ku di van mişkan de organa tîmus pêk were, ji ber vê yekê di laşê van heywanan de t lenfosît tune ne û bi saya vê yekê an jî ji ber vê yekê, di sîstema îmmun (sîstema xwe-parastinê) ya van mişkan qet tune ye.



ev taybetiya wan gelekî girîng e. ji ber ku laşê wan nikare li ber xwe bide, mirov kîjan nexweşiyê li laşê wan biçîne, ew nexweşî zûzûka bi cî dibe û ji bo ceribandinê dibe kobayek.



ji ber vê genetîka wan ya guherî, li ser çermên wan qet mû û pirç jî çênabin. ji ber vê yekê weke "tazî" xuya dikin.



emrê wan, di in şert û mercên normal de, di navbera 6 mehan û salek de ye. lê ger li laboratuvaran werin parastin û antîbîyotîk werin dayîn, bi qasê mişkên din (18 meh - 2 sal) dikarin bijîn.



19.03.2015 18:42 | simurg56