Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji bo pergala tirşikê pêşniyarên tirşikvanan] de;

14. weke bersiva pêşniyaran;



mergehezo nançû; tişta ku tu dibêjî erê wê xweş be, lê ne ewqas hêsan e. divê jê re demek dirêj veqetînim ku bikar ji nêv derkevim. ji ber ku niha wê pêwist be em 60.000 peyamên heyî jî werin serrastkirin. îşelleh di pêşerojê de.



endazer; pêşniyara ku bila wêne û vîdyo jî weke spoilerê were nîşandan pêkan e. min vê taybetiyê amade kir û wê di versiyona nû de were weşandin. lê jixwe vêga jî ger mirov bixwaze dikare di rûpela eyarên xwe de nîşandana wêneyan betal bike. lê dîsa jî wê di versiyonan nû de wêne û vîdyo jî weke spoileran werin veşartin.



vêca çiyeeee; jixwe dema mirov têketinê bike, di rûpela profîlê de agahiya weke ka ji te re çend çeppik, reşşik, an jî dengên ecêb hatine tê nîşandan. weke tiştek çawa dibe nizanim.



14.04.2015 17:53 | simurg56

9. agahî: standartîzasyona menûyan çêbû. êdî menû di hemû beşan de, yek e.



28.03.2015 22:06 | simurg56

6. ji bo pêşniyara vekirina menûya yên din; erê cî heye ji bo wan menûyan jî lê di komputeran de. di telefonan de dibe problem. yanî ne problem lê xweş xuya neke. dîsa jî dikare were nirxandin, ger gelek kes bixwazin, bila wisa be.



28.03.2015 18:31 | simurg56

4. pêşniyarên gelek pêwist in.

ger em werin yên li jor, bi ya min jî pêşniyara ewil ne guncan e.

ya din jî cihê pirsê ye. li gorî formata ferhengên înteraktîf peyam dikarin tenê ji bnryek jî pêk werin.

yanî av astengkirin, li dijî formatê ye. Here lînkê / mînaka 5.emîn



carina daxwaza dana bnryan tenê beralîkirin e. weke mînak di bin mijara "apo" de em nekarin bnr ya "abdullah ocalan" bidin??



28.03.2015 17:27 | simurg56