Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [laparaskopîk kolesîstektomî] de;

1. emeliyata derxistina kîsikê ziravê(bnr: zeravdank)ê ya girtî. di vê emeliyatê de zikê mirov weke emeliyatên din yên normal (vekirî) nayê vekiriin lê belê bi 1, 2, 3 an jî 4 qulêl li zikê mirov tê vekirin û bi alikariya kamerayek û amûrên din yên ameliyatê yên girtinê, jêkirinê vs. ameliyat tê çêkirin.

avantajên emeliyata girtî (bnr: laparaskopîk) ew e ku ihtîmala fetqê hindiktir e, mirov zûtir radibe ser xwe û zîtir ji nexweşxaneyê derdikeve. lê her emeliyata kîsikê ziravê jî girtî nikare were çêkirin, divê ev jî neyê jibîrkirin.



31.05.2013 05:00 | simurg56