Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kupes] de;

1. cûreyek masiyên deryayî ye. navê wê yê kurdî çi ye nizanim. (îhtîmalek mezin tune)

tirk dibêjin kupes(gopez jî dibêjin), navê wê yê îngîlîzî hê xweştir e: boops boops.

navê wê yê yewnanî gopa ye. îhtîmalek mezin navê tirkî jî, ji vir tê.



masiyek erzan e. tama wê jî (min duh çêkir) gelek xweş bû. li gorî nêrînên ku min li ser înternetê peyda kirin, dema taze were xwarin xweşe lê dema hinek dimîne, tama wê zûzûka xera dibe.

li ser vê yekê dema min lêkolînek li ser înternetê kir min sedema wê zanî;



di kovara american society for microbiology de, di sala 1998an de, derbarê vê masiyê de lêkolînek hatiye çêkirin. li gorî vê lêkolînê, ger ev masî di 0, 3, 7 an jî 10 dereceyan de jî were parastin, dîsa jî di demek kurt de bakteriyên di roviyên wan de (flora) li laşê masiyê belav dibin.

vaye ew xebat: Here lînkê



tîpê wê: Here lînkê



05.04.2015 12:51 ~12:54 | simurg56