Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li dinê] de;

7. bi ya min tenê strana wan ya bi navê take me home xweş e. lê mixabin ev jî yên din jî nikarin bi dilrehetî weke stranên kurdî werin binavkirin. ji ber ku piraniya wan bi îngîlîzî ye. tenê hinek baneşan û dîsgotin kurdî ne lê beşa ku peyamê dide bi îngîlîzî ne.

weke qet neçûme başûr lê klîbên wan heç weke li miami beachê bin hatine kişandin. keçik, ereq, bar, agirê mezin, erebyên ser-verkirî û hwd.

ji aliyê din ve wisa xuya dike ku keçikên ku klîban de dilîzîn jî ne kurd in. ev yek jî jixwe yekcar samîmiyeta stranan wenda dike.

dawiya dawîn, ger kurdistan bi rastî jî weke di klîbên wan de, bûya û ew keçik jî kurd bûne û beşdarî stranê bûbûna û beşên îngîlîzî kêmtir bûna, min ê bigota komeke mûzîkê ya ser wasatî ye...



06.09.2013 14:30 | simurg56

5. strana wî ya li gel dashni morad de, destpêka vîdyoyê de wisa dinivîse "always remember my son, that your home is where your heart is"

yanî "her tim bizane kurê min, dilê te li ku be mala te wir e"

wateya take me home jî 'min bibe malê' ye.



21.08.2013 21:27 | simurg56