Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ava susê] de;

6. tê gotin ku "avê digire" û loma ger meha remezanê were vexwarin têhnbûnê kêm dike.

(bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe)



07.08.2013 01:20 | simurg56

3. jî giyayeke bî navê sûs tê çêkirin. bi kutandin û dûre kelandina koka giyaya sûsê, ava sûsê tê hilberandin.

eslê vê giyayê ji çîn û rusyayê ye.

ji aliyê tipê ve gotina ewil ew e ku ev av dibe sedema bilindbûna tansiyonê ku ev yek ji bo nexweşên hîpertansiyonê talûke ye.

bandora wê ya parastina kezeba reş hatiye nîşandan û ji ber vê yekê hin deran (japonya) nexweşên vîral hepatîtê de tê karanîn. lê ger zêde were bikaranîn jî vê carê zerarê dide kezeba reş.

hinek xebatan nîşan daye ku karsînoma kaposîyê jî asteng dike. (cûreyeke kanserê ye ku têkildarî vîrûsa HIVê (AIDS) ye. )

(bnr: vexwerina netewî ya kurdan)

(bnr: vexwerina netewî ya tirkan)



25.07.2013 09:07 | simurg56