Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rektal prolapsus] de;

1. ji qûna mirov (peyvek kubartir?), derketina beşa dawîn ya roviyên stûr(rektum) e.

piştî salên 50î zêdetir tê dîtin û li cem jinan zêdetir peyda dibe. ne nexweşiyek xeter e lê mirov gelek aciz dike. carina piştî destmêjê ew bixwe dikeve cihê xwe lê carinan jî divê nexwe bi xwe bi cî bike.

sedemên wê cûr be cûr in; zêde zarok anîn, genetîk, zarokên mezin anîn, menapoz, extiyarî, qefsbûna kronîk û hwd. ji ber van sedeman masûlkeyên pelvîsê û lîgamanên ku rektumê li cihê wê sabît dikin, sist dibin û di pêvajoya rîtinê de nikarin rektumê li jor bigirin.



nexweş ji ber nexweşiyê hê zêdetir dibin qefs, bincilên wan tim dilewitin û dibe sedema êşê û xwînîbûnê û wendakirina kontrola destmêja mezin û hwd.



ger bi tedawiya qefsbûnê, prolapsus jî êdî nexweş aciz neke baş e. lê ger bi dermanan jî rihetbûn çênebe wê demê tekane tedawî cerrahî ye.

di tedawiya cerrahiyê de jî gelek alternatîf hene. lê yên herî zêde tên bijartin emeliyata notaras, emeliyata ripstein û emeliyata altemeier e. weke din: emeliyata Thirsch, emeliyata delorme vs.



12.04.2015 15:37 ~2015.05.15 22:01 | simurg56