Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sony xperia z2] de;

1. piştî derketina sony xperia z3 êdî ne sony ya herî nû ye lê telefonek gelek serkeftî ye.

me ji bo hevsara min kirî, kameraya wê gelek serkeftî ye. ya pêşîn 20 ya paşîn 2.2 mb e.



tê de taybetiya stamina heye ku gelek gelek kêrhatî ye. her wiha serê her heftiyê, ji fotograf û vîdyoyên ku wê hetiyê hatine kişandin, vîdyoyan bi mûzîkê amade dike û weke diyarî nîşanî mirov dike. ev jî taybetiyek gelek xweş e. hatibe bîra kê, helal be jê re.



her wiha ev telefon avê jî nakişîne nav xwe. berevajî gelek telefonên din yên androîd, devika wê nayê vekirin û bataryaya wê dernakeve. di eslê xwe de derketina bataryayê tiştek baş e lê wê demê jî telefon gelek ji hev dikeve, loma wisa dîsa çêtir e.



vê gavê bûhayê wê nêzikî 1500 tl ye.



27.04.2015 22:18 | simurg56