Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mad max: fury road] de;

11. fîlmek cûda bû ji bo min. fîlm wek li jor jî dubare hatiye gotin, ji serî heta binî aksîyon e. di deqeya 5ê fîlan aksîyon destpê dike û hîç nasekne an jî kêm nabe. lê divê heqê wê bidim ku heqê sahneyên aksîyonê nade. di pêşerojek wisa ku çekên pêşketî tune ne, şer wê çawa bûna, vê yekê gelek gelek fikirîne û rêbazên ecêb kifş kirine.
jixwe ew zilamê ku li ser tirê heta dawîya fîlmê li elektro gîtarê dixe... min fîlmê hê nû temaşe kir lê gelek caran rastî fragmana wê hatime û ew dîm tim bala min kişandiye û kenê min lê hatiye.
ez şûna rammstein an jî soad fîlan bûma, min ê di konserek xwe de wek wî zilamî ji gîtara xwe agir derxistina.

min 75 pûan da fîlmê. çimkî ji xeynî dîmenên xweş yên aksîyonê, tiştekî din neda min û aksîyona zêde jî mirovên wek min, diwestîne. tê de hinek nepenî, dîalogên qalîte û tirs fîlan jî hebûya, wê gelek baştir bûya.

ji bo wergera kurdî jî spas dikim ji ceso re. wergerek xweş bûye.



25.04.2020 08:27 | simurg56

7. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê ceso ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 62.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê


têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142



20.03.2020 18:18 ~2020.05.16 21:05 | simurg56