Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [feedback] de;

6. peyva ku google kurdiya wê ji min dipirse lê mixabin nizanim.



10.03.2016 19:30 | simurg56

1. ji bo pergalek serkeftî yek ji tiştên herî girîng e.

wateya wê ya êbi kurdî em dikarin bibêjin ku "şûnde agahdarî" ye. encama erênî an jî neyînî ya çalakiyekê, ji destpêka çalakiyê re ragihandin e.

di laşê mirov de, hema bêje di hemû pêvajoyan de ev taybetî heye.

weke mînak ger mirov hewl bide ku barek gelek gelek giran bigre ser pişta xwe, laşê mirov hewl dide ku vî karî bike. xwe dişidîne û dişidîne lê heta derekê. dema ku dizane êdî wê masûlke û tendon zerarê bibînin, (bi saya feedbacka norolojîk ya li ser tendonan) masûlke sist dibin û kar betal dibe lê sîstem(laşê mirov) tê parastin.



ji bo şîrketek, malperek, motorek û hwd. jî baş bixebite û bikare kêmasî û şaşiyên xwe rast bike feedback gelek girîng e.



di laşê mirov de qala du cûreyên feedbackê tê kirin.

feedbacka pozîtîf= li gorî encama çalakiyê, vê encamê dide: berdewam bike hê gelek lazim e.

feedbacka negatîf: li gorî encama çalakiyê dibêje vê encam û hişyariyê dide: pêdivî nema êdî bila çalakî raweste.



16.05.2015 21:40 | simurg56