Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kategorîzekirina mijaran] de;

42. xebata ku êdî giha armanca xwe, ji îro pê ve herkes dikare mijaran li gorî kategoriyên wan lîste bike; sîstema nû ya tirşikê/93482



28.08.2016 21:34 | simurg56

41. xelas bû ser xêrê. destê herkesî sax be. lê ji kerema xwe re bila êdî herkes dema mijarek vedike, kategoriyan hilbijêre û wisa veke.



21.08.2016 17:21 | simurg56

38. xebata ku hema bêje gihişt dawiyê. %4.9ê mijaran man. îşelleh wê îro an jî sibe xelas bibe. piştî ku xelas bû, em ê taybetiyên nû yên gelek xweşik li tirşikê zêde bikin. ez bawer im ew taybetî jî wê di nava heftiyekê de amade bin.



weke bersiva pira jorîn: di kategorîzasyonê de mirov dikare çend kategoriyan bi hev re hilbijêre. ger di nav peyamên mijarê de behsa kategoriyên din hatibe kirin, wê ew kategorî jî werin bikaranîn.

weke mînak em bêjin mijar "dara hêjîrê" e: wê demê kategoriya wê "nebat" e. lê ger di nav peyamên mijarê de kesekî gotibe "navê pirtûka fîlankes e" wê demê divê mirov kategoriya "pirtûk" jî hilbijêre. ger ev pirtûkek kurdî be, divê kategoroya "kurdî" jî hlbijêre. me heta nha wisa kir.



20.08.2016 21:27 | simurg56

31. niha ji %80ê derbas bûye. jixwe mijarên ku nû tê vekirin piranî tên kategorîzekirin lê dîsa jî dema kategorîzekirin xelas bû, wê di pêvajoya vekirina mijarek nû de kategorîzekirin bibe ferzek.

van rojan gelek kategorîze dikim îşelleh wê di nava çend heftiyan de xelas bibe lê divê tirşikvanên betal jî alîkarî bikin.



16.08.2016 22:24 | simurg56

28. xebata ku ger biqediya, niha me dikariya bi saya vê taybetiyê tenê mijarên siyasî yên li tirşikê, ji bo mêvanan û endamên ne-kevin bigirin. mijar û peyamên din wê vekirî bimana.

ne pir dereng e: Here lînkê



07.08.2016 11:05 | simurg56

25. ji min re kul û derd e. û ji xendekî re...

ez bawer im, tu tirşikvanek din bala xwe nadê. aniha ji %50ê derbas bûye. lê bi keda 2 kesan gelek hêdî dimeşe. ji ber vê meseleyê nikarim bala xwe bidim aliyên din yên tirşikê. heta nikarim peyam jî binivîsim.

ger ev kategorîzasyon xelas bibe, wê di tirşikê de taybetiyên gelek kêrhatî û xweşik bikevin weşanê.



22.09.2015 11:42 | simurg56

22. xebata ku hê jî negiştiye %50ê. divê hemû tirşikvan alîkarî bikin, nexwe zehmet e.

binêrin kêrî çi tiştên xweş tê: nûçedanka tirşikê/74605



07.09.2015 18:13 | simurg56

20. karekî dijwar e. carina 2-3 rojan qet naxebitim û têm dinêrim ka tirşikvanan xêra xwe çend heban çêkirine lê ohoo, hew dinêrim hê zêdetir bûne. êdî ez ê reşşik bidim tirşikvanên mijarên nû vedikin û kategoriyên wê nabijêrin *



24.06.2015 21:26 | simurg56

17. jixwe kategoriyên biwêj û gotinên pêşiyan hene. ji bo peyvan jî dikare were çêkirin, lê gelo wê kêrî çi were? ez bixwe van mijaran têdixim kategoriya yên din.



ji aliyê din ve jixwe ger mirov here profîla havka, dikare hemû peyvan bibîne *



23.06.2015 23:23 | simurg56

13. kategorîzasyona ku wê ji bo zaravayan jî were çêkirin. lê di vê mijarê de hinek problem hene.

hinek mijara hene ku navê wan bi zazakî ne, temam em dikarin van mijaran weke zazakî kategorîze bikin, lê piraniya peyamên bi zazakî, kdi bin mijarên ne zazakî de hatine nivîsandin. weke mînak mirov dikare di binê mijara braveheart de jî peyamek bi zazakî binivîse. nexwe em ê vê mijarê jî weke zazakî kategorîze bikin? na çênabe.



şûne wê belkî em bikarin yek bi yek peyaman weke zazakî îşaret bikin, ne mijaran. em li seer vê yekê difikirin.



28.05.2015 21:41 | simurg56

9. mantiqa kategoriyên giştî yên weke wêje û mûzîk ev e:

weke mînak mijara "dueta şivan perwere û îbrahîm tatlises". ev mijar ne stran e ne jî stranbêj e. lê tiştek derbarê mûzîkê de ye. loma em ê bêxin kategoriya mûzîkê. lê mijara "daristana te" stran e û wê bikeve kategoriya stran. bi saya vê yekê mirov ger bixwaze wê tenê mijarên li ser stranan bibîne, ger bixwaze wê tenê stranbêj bişopîne. û ger kategorya mûzîk bişopîne, wê demê wê otomatîkman her sê kategoriyên mûzîk, stran û stranbêj bişopîne.

bi saya vê sîstemê sibe dema te got li "stran û kurdewarî" bigere, wê tenê stranên bi kurdî derkevin. ger em her tiştên derbarê mûzîkê de têxin kategoriya mûzîkê, wê demê em nikarin lîsteyên wisa biafirînin.

ji bo pirtuk, helbest, filman fîlan jî wisa ye.



dema kategorîzasyon xelas bû, wê xendekî bikare bi tikandinekê hemû helbestên kurdî yên din tirşikê de bibîne.



25.05.2015 14:31 | simurg56

7. agahî: kategoriyên ekonomî, nebat, ajal hatin çêkirin. kategoriyên ku zêde ne populer in hatin veşartin.



24.05.2015 22:58 | simurg56

5. mixabin maye ser milê min.

min heta niha ji 2.000an zêdetir mijaran kategorîze kirin lê ger wisa here wê hê gelek dem bigire.

(bnr: alîkarî)



24.05.2015 20:45 | simurg56

4. heta niha bi sedan mijar hatin kategorîzekirin.

weke mînak bi xebata niha jî, hinek encam derketin holê:

weke mînak:

- mijarên di derbarê stranan de: Here lînkê

- mijarên di derbarê helbestan de: Here lînkê

- mijarên di derbarê stranan de:Here lînkê

- mijarên di derbarê dijûn, nifir û argoyan de: Here lînkê

- mijarên di derbarê fîlman de: Here lînkê



20.05.2015 23:34 ~2015.05.21 18:38 | simurg56

2. agahî: kategorya dijûn û nifir jî hat çêkirin.



20.05.2015 19:34 | simurg56

1. karek dûv û dirêj e, li ber me disekine. weke tê zanîn, êdî dema mirov mijarek nû vedike, mirov kategoriyên wê jî hildibijêre.

lê mixabin 17.000 mijarên kevin yên tirşikê bêkategorî ne. divê em wan jî ji serî ve kategorîze bikin ku arşîva li tirşikê êdî bi tikandinekê mîna daxwaza me rêz bibe.



li vê rûpelê Here lînkê mirov dikare wan mijarên bêkategorî bibîne.

li jora malperê navê mijarê dinivîse, divê mirov li jêr kategoriyên mijarê hilbijêre û paşê pêl "bişîne" bike.

(navnîşana vê rûpelê di bin menûya "yên din" de jî hat bicîkirin.)



di nav kategoriyan de opsiyona "ev tiştek kurdewarî ye?" jî heye. ger mijar tişt/kes/berhemek bi kurdî be, divê mirov pêl li vir jî bike.



em werin feydeyên vê xebatê:

weke piştî ku kategorîzekirina mijaran qediya;

- dema we li kategoriyên "kurdî ye" û "fîlm" kir: wê fîlmên kurdî hemû werin lîstekirin

- dema we li kategoriyan "kurdî ye", "helbest" kir: wê helbestên kurdî derkevin

- dema we li "kurdî ye", "muzîk" û "stranbêj" tikand: wê stranbêjên kurdî derkevin. an jî ger hûn pêl "kurdî ye" nekin, wê hemû stranbêj werin lîstekirin.

- ger hûn li "kurdî ye" û "ziman" û "biwêj" bikin, wê biwêjên kurdî werin lîstekirin.

- ger hûn li "dîrok" û "kurdî ye" bitikînin; wê mijarên di derbarê dîroka kurdan de, derkevin.

- ger hûn li "mîtolojî" û "kurdî ye" bitikînin: wê mijarên derbarê mîtolojîya kurdan de, derkeve.

- ger hûn "cih û war" bitikînin: wê mijarên di derbarê cih û war û mekanan de derkevin

û hwd.



yanî mirov wê bikare mijaran li gor daxwaza xwe kom bike.

weke din mirov wê bikare hinek kategoriyan asteng bike û êdî nebîne. weke mîna ger bixwaze wê êdî di tirşikê de mijarên siyasî nebîne.



ji kerema xwe re bila hemû tirşikvan bi qasê ji destên wan tê, alîkariya kategorîzasyona mijaran bikin.

û ji kerema xwe re em kategoriyan rast îşaret bikin. weke mînak, em ji bo nivîskarek kurd e lê bi kurdî nanivîse, kategoriya "kurdî ye" netikînin. û em ji bo her tiştî nebêjin "ziman". em tenê biwêj, gotinên pêşîyan û mijarên di derbarê rêziman de fîlan bi kategoriya "ziman" îşaret bikin.



20.05.2015 19:16 | simurg56