1. patolojiya bilez ya di wextê emeliyatê de ye.
di rewşa normal de lêkolîna patolojiyê ya parçeyên emeliyat û biyopsiyan, bi rojan dom dike. sedema wê jî ew e ku gelek testên dirêj li ser wan tên sepandin. lê carina di emeliyatan de pêdivî pê çêdibe ku parçeyek ku hatiye derxistin an jî wê bê derxistin, tiştek baş e an ne baş e, tişta rast hatiye derxistin an na. wê demê parçeyek, weke frozen tê şandin ji bo patolojiyê û pisporê patolojiyê bi awayekî lezandî lê dinêre û carina tesşhîsa xwe carina jî texmîna xwe dibêje û emeliyat li gorî van agahiyan didome.
ev cûre lêkolîn û lênêrîna patolojiyê, enca dikare agahiyên bingehîn û sere sere bide, biryar û teşhîsa dawîn her tim bi patolojiya normal diyar dibe. (fîksasyon)
|