Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [holding] de;

1. di eslê xwe de peyvek îngîlîzî ye, lê li tirkiyê û hinek welatên din weke kurteya holding company tê bikaranîn.

ji bo saziyên tîcarî yên mezin tê gotin ku di nav xwe de çend şîrketên din dihewîne. ev hewandin, tenê ji aliyê rêveberiyê ye. li ber dadgeh û zagonan hemû bi tena serê xwe ne.

bi saya vê yekê ger yek ji van şîrketan têk here jî, bandora wê ya neyînî nagihe yên din. bi vî awayî rîska îflasê kêmtir dibe û hwd.

ya min fêhm kirî ev e.

ez bawer im conglomerate jî tiştek wisa ye.



28.05.2015 16:03 | simurg56