Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nîşaneya rovsing] de;

1. muayenek ji bo teşhîsa apandîsîtê ye.

ger dema mirov pêl li aliyê çep û jêr ya zikê mirov bike lê aliyê rast û jêr ya zikê mirov biêşe, testa rovsing pozîtîf e an jî nîşaneya rovsingê derketiye holê.

mantiqa vê muayeneyê ew e ku dema mirov pêl li aliyê çep û jêr ya zikê mirov bike, gaz di hundirê kolona berjêr de, berê xwe dide ber bi kolona berjor û loma çekum pif dibe, ber bi jor ve dilive û li parîetal perîtonê dikeve, tabî ev îrrîtasyon jî dibe sedam êşê.



ger ev test pozîtîf be baş e lê ger negatîf be divê mirov bi negatîfbûna wê biryarên krîtîk nede.

(bnr: rovsing sign)



02.06.2015 20:28 | simurg56