Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ez zarokek bênav im] de;

1. straneke hunermend dîno ye. sala derketî, gelek popûler bû. bi taybetî dîmena keçike biçûk ku li mêrsînê kevir diavêje polîsan.

gotinên stranê:



Ez zarokêk bênav im

Navê min winda bûye

Nahêlin bêm bîra xwe

Jiyan li min tarî ye



Ez mirim Helepçê da

Bêdeng di nav xewê da

Kesekî ez nedîtim

Di nav pelên dîrokê da



Ez zarokek bênav im

Koçber im, Mexmûran da

Bêewlekarî dijîm

Di bin siya mirinê da



Nawê min di dadgehan da

Di bihara ciwaniyê da

Bîryara min hate girtin

Bi penûsên qirêj va



Ez keçikeke biçûk im

Kolanên Mersînê da

Bûm çalakvanek hemdem

Kevrê min di destê min da



Davêjim pêşerojê

Bo xatirê vê dozê

Davêjim pêşerojê

Bo xurttir bikim dozê



22.07.2015 10:28 | simurg56