Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di kurdî de zehmetiya vekirina mijarên dirêj] de;

10. ji bo min êdî ne problem e. weke li jor jî hatiye parvekirin û weke ku her roj em li aliyê çepê di lîsteya mijaran de jî dibînin, êdî ev wek problemek nikare were dîtin.
min vê mijarê berî 6 salan vekiriye, lê gelek sal derbas bûn.
dema mirov %95ê jiyana xwe bi zimanê serdest bijî û paşê vegere 5 deqe li tirşikê binêre, zû bû zû nikare oryante bibe. lê dema çend rojan di nav xwendin û nivîsandinê de zimanê xwe dîsa germ bike, êdî rê li ber fikara bi kurdî ya mijîyê mirov vedibe dîsa.



07.05.2019 22:52 | simurg56

1. rastiya ku ji mijarên li çepê jî tê fêhmkirin.

mixabin ji ber ku me zimanê xwe hê bi awayekî niviskî ji bo têkiliyê bi kar neaniye, em hê zimanê xwe baş nas nakin û vê zehmetiyê dikişînin.

ji ber vê yekê jî piraniya mijarên tirşikê ji navên hunermendan, komên mûzîkê, peyvan û ji tiştên 2-3 peyv pêk tê.

helbet her ku me li vir nivîsî, em ê zimanê kurdî baştir nas bikin û ji bo karîna vekirina mijarên dirêj, riyên nû bibîbin.



29.07.2013 19:06 | simurg56