1. sepanek biçûk e ji bo telefonên andrîod.
di marketa androîdê de heye û ji wir dikare were sazkirin. lê ji bo ku bixebite, divê telefon hatibe root kirin.
karê sepanê ev e: dema pênûsa dîjîtal ya telefona we ji cihê wê hat derxistin an jî ket cihê xwe, we çi bivê ev bername wê dike.
weke mînak: niha dema ez di telefonê de peyamek dinivîsim klavyeya normal derdikeve, lê bi saya vê sepanê dema ez pênûsê ji telefonê derdixim, klavye diçe û rûpela nivîsandina destî ya kurdî derdikeve. dema ez pênûsê têxim cihê wê, ew rûpel diçe û dîsa klavyeya normal ya ekranê derdikeve.
her wiha dema pênûs ji telefonê derdikeve, ekrana telefonê tê asêkirin û êdî tenê bi pênûsê dixebite: bi tiliyan naxebite. bi vî awayî mirov destê xwe dêne ser ekranê jî, dikare bi hêsanî binivîse.
|