Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hikikomori] de;

2. (bnr: jiyana sedanter)



08.08.2016 23:10 | simurg56

1. navê nexweşiyek e ku japonan bi nav kirine.

wateya wê ya ferhengî "xwe ber bi hundir ve kişandin, xwe hepskirin" e.

ji bo rewş an jî nexweşiya ew kesên ku (piranî ciwanên nûgihayî) xwe ji jiyana sosyal û mirov bi dûr dixin û gelek caran tenê di odeya xwe de jiyana xwe derbas dikin tê gotin.

li gorî wezareta tendûristiyê ya japonyayê ew nexweşî ye ku nexweş derketina ji malê qebûl nakin û herî kêm 6 mehan gavek ji mala xwe dernakevin.



bi qasê tê zanîn vêga li japonyayê hejmara van nexweşan bi qasê 700.000 e lê tê texmînkirin ku ji vê jî zêdetir e û nêzikî 1.5 milyon e.

jenerasyona ewil van nexweşan niha nêzikî 40 salî ne û ev 20 sal in wisa ne. di salên 2030î de wê ev kes bibin 60î salî û wê dê û bavên wan hêdî hêdî bimirin. ji ber vê yekê wê demê wê problemên mezin derkevin ji ber ku wê bêxwedî bimînin. ji vê problemê re "problema 2030an" tê gotin



30.08.2015 15:26 | simurg56