Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [3. xelatên tirşikê] de;

61. îro gihaştin ber destê min jî.

min yeko yeko hemû rûpelan jimart, problem tune *



17.11.2015 18:46 | simurg56

54. (bnr: oh yes)



16.11.2015 19:02 | simurg56

47. hemû hatin lîstekirin û qeydkirin. (em hinek man li benda nivîskaran ku pirtûkên xwe bêjin) û sibe îşelleh wê destbi şandina kargoyan bê kirin.



11.11.2015 17:59 | simurg56

41. wê di nava 1-2 rojan de werin şandin. hinek hevalê ku naxwazim navên wan bidim, hê pirtûkên xwe diyar nekirine û loma em li benda wan in.



04.11.2015 21:17 | simurg56

32. xelatên ku êdî diyar bûn kîjan nivîskaran bi dest xistine.

di vê lîsteya jêr de navê nivîskaran û hejmara peyamên wan ku di nav 2 mehên borî de, nivîsandine, tên dîtin.

10 kesên ewil heq kirin ku 2 heb pirtûk ji me bixwazin.



1 dijber 756

2 shorbevan 558

3 simurg56 316

4 ferhenga şikestî 228

5 xendekî 217

6 endazer 197

7 azadixwaz 189

8 berxweda 163

9 mergehezo nançû 156

10 nazim tolhildan 127



û yên din;

11 brusk56 120

12 biruya hayao miyazaki 103

13 hola êzîda 81

14 derqamij 64

15 cinorek 58

16 kezebmonitor 53

17 elegez 51

18 havka 49

19 ceso 48

20 ciwan 36



01.11.2015 00:11 ~00:11 | simurg56

23. xelatên ku wê piştî 4 rojan diyar bibin ka ji kê re ne. min niha lîsteya nivîskarên ku kar dikin, derxist. li gorî vê lîsteyê 10 divê pirtûk ji deh kesan re were dayîn ji ber ku yên 15emîn heta 20emîn gelek hindik nivîsandine.



di vê rewşê de dikarim bibêjim ku di navbera kesê 8emîn û yên din de zêde ferq tune. yanî lîste dikare di nava çend rojan de jî biguhere *



27.10.2015 16:22 ~2015.10.28 18:12 | simurg56

22. piştî 6 rojan wê dest bi belavbûnê bibin û tiştekî din;



wê rojê wê taybetiyeke nû ya tirşikê were weşandin. taybetiyek him nû him jî gelek kêrhatî.

taybetiyek ku weke gelek taybetiyên din yên tirşikê, di tu ferhengên tirkî de tune. li bendê bin *



25.10.2015 21:39 | simurg56

19. a ku wê ji bo nivîskarê yekemîn, du pirtûk bin *



08.09.2015 19:28 | simurg56

7. xelatên ku êdî belavkirina wan eseh bûye. 3. xelatên tirşikê/74339



06.09.2015 20:33 | simurg56

1. rojanekirin: wê ev xelat li gorî hejmara peyamên nivîskaran ya di navbera 01.09.2015 û 01.11.2015ê de, werin belavkirin.

îhtîmalek mezin wê ji 10 kesan re were şandin. (heye ku bibe 20 jî) û îhtîmale mezin xelat wê pirtûk bin. lê ev herdu xal jî hê ne zelal in.





li ser daxwazên bê ser û binî, ketiye rojevê.

weke xelatên yekemîn û duyemîn yên tirşikê, pirtûk hatibûn belavkirin. em dîsa dikarin pirtûkan belav bikin. û ya herî bixêr jî ev e.

lê cara din çend kesan ji ber sedemên cûr bi cûr xelatên xwe nexwestibûn û loma em pê êşiyabûn.

ger daxwaz hebe em dîsa dikarin tiştek wisa bikin.



têbinî: em nikarin pirtûkan bişînin derveyî welat. di eslê xwe de belkî em bikarin jî. ka em ê lê binêrin...



(bnr: xelatên 1. rojbûna tirşikê)

(bnr: 2. xelatên tirşikê)



03.09.2015 21:58 ~2015.09.06 20:33 | simurg56