Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [destê xwarinê digihe wanê] de;

1. gotineke pêşiyan e. dema li ser sofreyê lalîkek xwarin ji kesekî dûr be tê gotin.



dayik: lawo ka lalîka avgoştê bibe nêzikî mêvanê me.

mêvan: xem nake, ne hewce ye. te dît gotine destê xwarinê digihe wanê

bav: tabî ger nezivire ji tatwanê! (bi henekî)



li vir wateya ger nezivire ji tatwanê ev e: te dît li ser sofreya erdê ger mirov hewl bide ku destê xwe dirêjî lalîkek dûr bike, divê qûna xwe hinekî ji erdê rake. aha tam di wê wextê de heye ku mirov nekare xwe û tirek bike. wê demê tabî mirov cî de vedigere ser qûna xwe. yanî li ser riya wanê, ji tetwanê dizivire *



05.09.2015 22:40 ~23:09 | simurg56