Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [polypad] de;

1. marqeyeke tabletan e.

erzan e, qalîteya tabletên wê ne xerab in. dezavantaja wan ew e ku servîsên wan ne berbilav in, heta tune ne.

min berî salekê ji bo keça xwe tabletek wisa kirîbû: polypad i7 pro 4, bi bûhayê 200 tl bû.

têra xwe baş bû, heta niha tu problem dernexist, performansa wê jî baş bû.

gelek caran li erdê ketibû û tiştek pê nehatibû. lê berî çend rojan keça min dîsa ji destê xwe êxistiye erdê û cama wê şikandiye. loma êdî touch screena wê naxebitiya û tablet nikariya were bikaranîn. me got servîsa wê jî tune.



welasil, min lê geriya û di malpera gittigidiyor.comê de parçeya yêdek ya touch screena wê dît. min got belkî derew be, lê ji ber ku gelek erzan bû min şensê xwe ceriband. bûhayê wê 12 tl bû, kargo jî tê de.

di nava 2 rojan de ekran hat û min lê da, niha dîsa weke berê dixebite. bi rastî gelek kêfa min jê re hat. yek ji avantajên amûrên androîdê jî ev e. parçeyên wan erzan in û peyda dibin.



17.09.2015 22:06 | simurg56