Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sputnik kurdistan] de;

32. her çiqas mîna berdevkê pkkê be jî divê were piştgirîkirin. piştî hat qedexekirin jî ez diketima û min çend nûçe dixwendin. ji bo ku malper neyê girtin. piştî qedexeyê, hejmara xwendina nûçeyan gelek kêm bûbû.

divê em li malperên wisa xwedî derkevin ku ajansên mezin hemû dest bi weşana kurdî bikin.



08.08.2016 21:27 | simurg56

30. vaye çend roj in li tirkiyê qedexekirî ye. him ya tirkî him ya kurdî hat astengkirin.

piştî astengkirinê, rêjeya xwendina nûçeyên wan gelek kêm bûne. berî hejmara xwendina nûçeyên popûler 1-3 hezar bû, niha 50-100 fîlan e.



hûn dikarin bi alîkariya zenmate'ê, bi hêsanî têkevinê



20.04.2016 12:03 | simurg56

26. malpera ku ez bawer im tu eleqeya wê û sputnika rastîn tune.

nûçeyên di vir de tên weşandin bi zimanên din yên sputnikê nayên weşandin, min berê jî gotibû.

ji xeynî wê zimanê wê jî gelek bi problem e.

weke mînak sernivîsa nûçeyê ev e: Li Enqereyê polês êriş kir: Kuştî û birîndar hene

lê dema mirov nûçeyê dixwîne, dibîne ku polîsan di nav hev de pevçûnek kirine û paşê polîsek polîsek din kuştiye fîlan.

ma sernivîsa vê nûçeyê diviyabû wisa be?

Here lînkê



ji me re malperên wisa ne lazim in. jixwe tije malperên wisa partîzan û alîgir hene. ji me re malperek bi rastî ya nûçeyan lazim e. weke mînak bbcya tirkî wisa ye. hewl nadin dilê xwendevanên tirk xweş bikin, tenê karê xwe dikin û hema bêje tu caran tu şîroveyan nakin.

ajansên nûçeyan divê wisa bikin.

ez carinan li bbc, routers, yahoo û hwd. malperên îngîlîzî dinêrim ku bizanim ka dinya bûyeran çawa dinirxînin. sputnika kurdî jî encax ger vê derfetê bi zimanê me bikare bigihîne me, wê watedar be.



20.03.2016 00:15 | simurg56

23. êdî ne mîna malpera ajansekê ye, mîna malpereke pkkê ye. hema her rj dibêjin li vir 10, li wir 15 leşkerên tirk hatin kuştin. lê ya ecêb ew e ku van nûçeyan di beşa tirkî de naweşînin.



02.02.2016 20:04 | simurg56

21. mixabin wergera nûçeyan ji tirkî dikin. min di înfografîkeke wan de dîtibû ku orjînal nivîsê ya bi tirkî ji bîr kiribûn jê bibin û wisa mabû.

aha min dît: Here lînkê



di ravekirina balafirên su-30'an de wisa dinivîse "sayisi bilinmiyor";

Here lînkê



04.11.2015 21:26 | simurg56

17. malpera ku hingî diçe baştir dibe. hejmara nûçeyan zêde dibin.

carina tenê ji bo ku hejmara tikandina wa zêde bibe, dikevim malperê. ji bo ku malper ji ber xwedîlêderneketinê neyê girtin.



di binê nûçeyan de diyar e ku ew nûçe çend caran hatiye xwendin. berê, ev hejmara 100-200 bûn lê biha dibînim ku 2-3 hezar in.



16.10.2015 21:43 | simurg56

12. malpera ku tenê ji bo piştgiriya wê be jî têdikevimê û çend nûçeyên wê dixwînim.

da ku nebêjin vaye nayê xwendin û xizmeta bi kurdî ya malperê negirin.



28.06.2015 19:27 | simurg56

6. malpera ku ev demek e dişopînim û diecibînim. xuyaniya malperê wan xweş e.

hejmara nûçeyên rojane ne zêde ne lê kurdiya wan xweşik e.



22.04.2015 22:56 | simurg56