Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [matroşka] de;

1. îcadek rûsan e. ji bebikên di nav hev de, pêk tê. ya rast, ya mezin dayik e û dema mirov wê veke, bebikek jê derdikeve. û dema mirov wê veke, bebikek jê biçûktir jê derdikeve û wisa dewam dike. cara ewil ji daran hatibûn çêkirin.



di sala 2002an de, bi heman navî cûrepelek bi çavkaniya azad hat ragihadin. mîna cûrepelên .mp4, .avi, .quicktime fîlan ev jî .mkv yanî matroşka bû.

taybetiya vê cûrepelê ew e ku mirov dikare mîna dvdyan lînkên hundirîn têxe tê de, dublajên bi zimanên cûda cûda an jî binnivîsên ji zimanên cûr be cûr fîlan jî lê zêde bike û ji menûya yek ji van hilbijêre. gelek kêrhatî ye. ji ber ku di pelek tenê de mirov dikare bêhejmar dublaj, binnivîs û wêneyan tomar bike û li ser wan bilîze.



30.09.2015 21:24 | simurg56