Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [servet kocakaya] de;

1. stranbêjeke özgün müzikê ye. (bnr: özgün müzik)

1973ê de li Çewlîga kurdistana bakur hatiye dinyayê. kurd e. piraniya stranên tirkî dibêje.lê ji bîr nake ku stranên xwe de du-sê peyv an jî baneşanên kurdî jî bi kar bîne. (bnr: kekê) (bnr: pîro)

û çend stranên kurdî yên gelerî jî gotiye.

qenalên kurdan de zêdetir bi strana xwe ya şilele tê naskirin.



îro ev camêr mêvanê bernameyeke li imc tvyê bû ku ber karê xwe re guhê min lê bû. camêr tiştekî wisa digot



- ... te ji bo çi straneke wisa çêkir?..

- ez van stranan hinek jî ji bo vê yekê çêdikim; eger rojek tiştek were serê dinyayê û tu tişt şûnde nemîne belkî ev stran bê dîtin û were zanîn ku bûyerek wisa qewimiye...



matmayî mam.



04.08.2013 17:27 | simurg56