Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cafrande.org] de;

1. malpereke çand û hunerê ye ku bi taybetî, derbarê hunermendên kurd de hewandina agahiyên berfireh, bala min dikişîne.

derbarê gelek stranbêj û hunermendên kurd de ji malperên kurdî gelekî zêdetir agahî dihewîne.

vîdyoyên ku amade dikin û li youtube bar dikin de dirûşmeyeke wan ya wisa heye;



"farklı renklere ve seslere yolculuk

trip to different colors and sounds

revitiya reng u denge cuda"

weke mînak:





mixabin di vir de kurdiya dirûşmeya xwe şaş nivîsandine. ji ber ku wisa ev hevok wateyek cuda dide. heç wekî "reng û dengên cuda derketine rêwitiyê" tê fêhmkirin.

heqî ye wisa bûya;

"rêwîtiya li reng û dengên cuda" an jî

"rêwîtiya ber bi reng û dengên cuda"



mixabin dema min ji wan re mail şand û wisa rave kir, qebûl nekirin û gotin hevalekî mamosteyê kurdî ji me re wisa wergerandiye û em wisa bi kar tînin. min jî got hûn kêfa xwe ne lê xelet e.



04.08.2013 17:39 | simurg56