Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [google maps] de;

2. di pêşniyarkirina riyan de, yanî weke navîgasyonekî, gelek baş dixebite. min bi sedan caran ji bo vê yekê bi kar anîye. her wiha şîroveyên di derbarê cih û mekanan de jî gelek kêrhatî ne.

wê rojê min dîsa rê jê pirsî. ji ber ku min wî bajarî nedizanî û trafîka wê tevlîhev bû, min 3-4 caran nekarî li gorî pêşniyara wê tev bigerim. di dawiyê de min nêrî xwe aciz kir û jinikê wisa got: "ez nizanim bê ka ez ê çawa alîkariya te bikim"
ez rizîl bûm, lê em têr keniyan jî.



01.10.2018 21:19 | simurg56

1. nexşeyên googleê ne. li ser telefonan û komputeran dikare were bikaranîn. gelek kêrhatî ye û nexşeya herî berbilav ya dîjîtal e.

îro li tirkiyê jî dest bi xizmeta street viewê kirine, yanî hemû kuçeyan bi dîmenên 3d nîşan didin û mirov dikare bi saya vê yekê gerek ferazî li bajaran bike.

min malên me yên li mêrsîn û sêrtê dîtin. xizmetek gelek baş e. vêga hema bêje hemû bajarên kurdistanê tê de ne lê dîlok nehatye çêkirin. ecêb!



ji bo ku hûn bi kar bînin, nexşeyê vekin paşê li aliyê rast-jêra malperê ew îkona mirovê zer bikişînin û berdin ser dereke nexşeyê û wê nexşeya 3d vebe.



22.10.2015 13:49 | simurg56