Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdistan24 tv] de;

30. xwediyê sepaneke xweş ya telefonên jîr e. min li ser telefona xwe ya androîdê saz kir.

her tişt xweş e lê dema mirov sepanê veke, dengek mîna "nûçeya lezgîn" derdikeve. ya xerab ew e ku mirov nikare vê taybetiya wê rake.

loma min sepanê jê bir!



01.06.2016 23:57 | simurg56

25. qenala ku wê îro bi nivîskareke tirşikê re hevpeyvînek çêkira. çawa çêbû nizanim.



23.02.2016 21:04 | simurg56

12. li enqereyê jî xwediyê studyoyê ne. aniha weşana xwe ji vê studyoyê dikin. mijar hilbijartin e.

yek ji mêvanan akpyî yê din jî berdevkekî hdpê bû.



31.10.2015 23:57 | simurg56

8. qenala ku min jî niha derxist. min ji satalayta turksatê derxist. lê dîqat; navê wê li cem min weke "k24 sd" ye. yanî di lîsteya qenalan de weke "kurdistan 24" fîlan negerin.



vêga behsa qenalê bixwe dikin, û kesê ku mîna berpirsiyar xuya dike dibêje ewv qenal li başûr e lê ne qenaleke herêma kurdistanê ye. ya 4 parçeyan e û wê herkes bikare tê de xwe bibîne. wê qenalek bêalî be, niştimanî û kurdistanî be û tiştên din yên baş..."



vêga baş xuya dike. ser xêrê be.



tedit: malpera wê ya fermî kurdistan24.net e û vêga bêproblem dixebite.



31.10.2015 20:17 ~20:20 | simurg56