Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bashi] de;

7. piştî karanîna ji bo 1.5 mehan, min îro ji ser telefona xwe rakir.

ji ber ku kesî bi kar neanî bernameyê jî xwe nû û sivik nekir. dil hebû pêş ve biçûya.



24.12.2015 22:19 | simurg56

4. li gel kêmasiyên xwe û hêdikahiya xwe jî ne xerab e.

min li ser telefona xwe ya android saz kir. li gorî whatsappê hinekî giran e. min xwest komek nû ava bikim lê piştî avakirina komê, lîsteya kesên ku xwediyê bashi ne nîşan kêm nîşan da ji bo ku wan li komê zêde bikim. û piştî avakirin komê jî, vebijêrkek mîna "kesek din li komê zêde bike" tune an jî min nedît.



min bi bashiyê çend peyam şandin û standin problem tune bû. min wêne jî şand, di wir de jî problem tune bû. min hê fonksiyonên din neceribandine.



xwediyê wê kî ye nizanim lê bi ya min hêjayî ceribandinê ye. aniha di lîsteya telefona min de tenê 3 kesên xwedî bashi, xuya dikin. ger her kes li ser telefona xwe saz bike, belkî hêdî hêdî berbilav bibe û xwediyên wê jî kêmasiyên wê rast bikin. ez ê ji bo piştgiriyê, di telefona xwe de sazkirî bihêlim.



08.11.2015 18:40 | simurg56