Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên sunetiyê] de;

8. tenê li cem zarokên ku piştî 5 saliya xwe fîlan hatine sunetkirin, peyda dibe. ez dema hê 5-6 rojî me, hatime sunetkirin. lê bisekinin, dîsa jî serbihuriyek min heye;
ji ber ku di 7 rojên ewil de di roviyên zarokan de flora hê çênebûye û loma kêmasiya çêkirina vîtamîna kyê heye, lazim e di van 7 rojan de sunet neyê çêkirin. lê ez bûme.
piştî demekê, dema diya mi hatî ser min, dîtiye ku ez di nav xwînê de me. min gelek xwîn wenda kiriye û ji mirinê filitîme. welhasil hindik maye bibim şehîdê sunetê.
tişta ecêbtir: gundiyeke me (li mêrsînê), haya wî jê çêbûye û hema yekcar kemberê xwe ji şalê xwe derxistiye û bi devê kêrekê, hundirê wê qewartiye. ew toz û telîza jê derketî, daniye ser birînê û xwînê sekinandiye. dibêjin kemberên wê demê nizanim ji çi dihatin çêkirin.. çiqas rast e nizanim tabî.



04.01.2018 23:30 | simurg56

3. tenê li cem mirovên ku dereng sunet bûne, peyda dibin.
ez bixwe, dema hê 5 rojî fîlan im, hatime sunetkirin. piştî sunetê, xwîna min nesekiniye. dema diya min pê derxistiye ku binê min hemû bûye xwîn, hema bêje xwîn di laşê min de nemaye û ji mirinê filitîme.
piştî ku ketim fakulteya tibê, min sedema wê zanî ku çima divê zarok di nava heftiya ewil de neyên sunetkirin; (bnr: hemorrhagic disease of the newborn)



22.03.2017 20:11 ~20:18 | simurg56