Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [linux mint] de;

4. distroya ku guhertoya linux mint 18 "sarah" derxistiye. di vê guhertoyê wisa guherîn û nûbûnên mezin tune lê ez dîsa jî derbas, wê bûm (ji 17.3ê). problem derneket.

cinnamon bûye 3.0. nûbûnên tê de wisa ne:



07.08.2016 15:19 | simurg56

3. pergala ku ger bi versiyona cinnamon were bikaranîn. gelek xweştir e. ji ber ku linux mint herî zêde li ser wê disekine. û di cinnamonê de gelek amûr hene ku eyarkirina komputerê gelek hêsantir dike. ev nêzikî mehek e linux mintê bi kar tînim, xwedê jê razî be hê rastî problemek tenê nehatim ku min aciz bike. jixwe di menûyên cinnamonê de hema bêje mîhengên her tiştî hene.



08.12.2015 22:57 | simurg56

1. dîstroyeke linuxê ye.

yanî pergaleke xebatê ya bi kernela(dendika) linuxê ye.



ev dîstro jî li ser bingeha ubuntuyê hatiye avakirin. ferqa wê ya mezin ya ji ubuntuyê ew e ku di mintê de programên mîna kodekên vîdyo û dengan amade tên. ne hewce ye mirov saz bike.

weke din bi navrûya xwe ya cinnamonê, gelek xweşik û xweş-karanîn e. her wiha linux mintê ji xwe re amûrên mîhengkirinê yên taybet jî çêkirine û bi saya van amûran eyarkirina komputerê jî gelek hêsantir e.



welhasil linux mint, ubuntuya hêsankirî û makyajkirî ye. ez bixwe vê gavê li şûna ubuntuyê vê bi kar tînim.



ji xeynî cinnamonê di linuxê mintê de navrûyên din yên weke mate, kde, xfce jî dikarin werin bikaranîn.

linux mint jî mîna ubuntuyê bê pere ye.



13.11.2015 19:03 | simurg56