Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sublime text] de;

1. programa edîtora tekstan e. gelek serkeftî ye.

ev çend sal in min notepad++ bi kar dianiya. lê niha min dev jê berda û derbasî vê programê bûm. hemû taybetiyên notepadê ku min bi kar dianiya, dihewîne. di ser de jî taybetiya "lêgerîna di nav pelên pirhejmar de" jî tê de heye ku ji bo min gelek girîng e.

weke mînak carina dixwazim di 20 pelan de peyva "tirşikvan" bigerim û bi "nivîskarên tirşikê" biguherînim.

heta niha min vî karî bi bernameya agent ransack dikir.

her wiha bi rêkurta "shift+alt+2"yê mirov dikare bi hêsanî ekranê bike çend parçe. di wergeran de ev taybetî jî gelek xweş e.



ev bername li ser ubuntu/linux, windows û mac'ê dikare bixebite.



edît: mixabin piştî çend rojan dibe peretî.



15.11.2015 21:22 ~2015.11.16 19:27 | simurg56