Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ssd] de;

4. tiştek wisa ye ku tama ku mirov ji komputerê distîne, dike du qet.
min vê heftiyê komputerek nû kirî, şûna ku yeke bi harddîskek 1 tb lê bi hdd, min yeke 256 gb lê bi ssd kirî û qet poşman jî nebûm. ji ber ku niha komputer tenê 5-6 saniyeyan de vedibe û ji bo xebitînê amade ye. yanî piştî vebûnê jî mirov namîne li benda haziriyên bernameyan.
her wiha piştî vebûna komputerê jî, barkirina bernameyan gelek leztir dike. weke mînak gimpa ku nêzikî 20 saniyeyan de vedibû, niha di 2 saniyeyan de vedibe fîlan. mirov gelek leztir dikare bixebite.
ger we niyet hebe komputerek nû bikirin, bila teqez tê de ssd hebe.



28.07.2017 22:13 | simurg56

2. teknolojiyek gelek baş e lê hinekî bûhayê wê zêde ye. lê ger leza kombersa we nexweş kiribe, mirov dikare şûna kirîna kombersek nû serî li pevguhertina hdd û ssdyê bide.



24.11.2015 20:38 | simurg56