Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [seher] de;

9. li gorî hevsera min, çîroka temizlikçi nazo nikare xwînerê xwe qanî bike.
wisa: di çîrokê de nazo paqijiya jinekî dike. rojekê li otobûsê siwar e û ji paceya otobûsê dibîne ku mêrê jinikê bi jinekî din re ye. paşê tişt diqewimin û nazo ji aliyê polîsan ve tê birîndarkirin. wê dibin nexweşxaneyê û rastî jinika xwedîyê malê tê û ji aliyê wê ve tê tedawîkirin ji ber ku jinik doktor e.
pirsa hevsera min ev bû: çawa diçe mala jinikê bo paqijiyê? li gorî çîrokê zilam li derve ye û jinik jî li kar e?

kenîyam lê min jî nekarî îqna bikim.



08.05.2019 20:43 | simurg56

4. bi awayek net, pirtûkek serkeftî ye.
di serî de vê bêjim, di pirtûkê de çîroka herî xerab, tekane çîroka xerab e. ji hedê xwe zêdetir klasîk e û tê de tu tiştek nû jî tune. tu kitekitek an jî peyamek... û ev çîrok îro çiqas rastiyeke gelê me ye, vê jî nizanim. welhasil ev çîrok tunebûya wê gelek baştir bûya.

lê çîrokên din baş bûn. heta hinek ji wan gelek baş bûn. zimanê demirtaş jî têra xwe baş e. mirov carina dikene carina jî diqehire... ji çîrokan em vê fêhm dikin ku demirtaş jiyana xwe, di nîvê nava gelê xwe de derbas kiriye. ji ber vê ye ku ev qas hakimê ziman û jiyana gel e. jixwe ferqa wî û sîyasetmedarên din yên li tirkiyê, ev bû.
bi taybetî jî çîrokên tarih kadar yalnız, Temizlikçi Nazo, ah asuman, bildiğiniz gibi değil xweş bûn.
ku pirtûkek din binivîse, ez ê teqez bixwînim.

ger pirtûk ne ji aliyê demirtaş ve hatiba nivîsandin, ez bawer im wê ev nêrînên min zêde neguherîya. min 85 pûan dayê.



11.12.2017 23:26 ~23:26 | simurg56