Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [feza] de;

4. tiştek wisa ye ku mirov çiqas bi 2-3 hevokan bikare rave bike jî fêhmkirina wê û xeyalkirina wê gelek zehmet e.

li gorî teoriya bigbangê, feza hê jî fireh dibe. ji ber ku di destpêkê de tenê nuqteyek bû û bi teqînek mezin dest bi firehbûnê kir, ji ber hêza vê teqînê gerstêrk û stêr hê jî ji hev dûr dikevin. lê dema hêza hevkêşiya gerstêrkan ji hêza teqînê zêdetir bû, ango bandora teqînê kêm bû , wê gerstêrk û hemû tiştên fezayê de dîsa ber bi hev e nêzik bibin û di dawiyê de bibin yek. yanî wê feza dîsa biçûk bibe û belkî bibe nuqteyek.

ev teorî gelek nêzikî rastiyê ye, ji ber ku delîlên ku li gorî vê teoriyê diviyabû hebûna, bi rastî jî hatin dîtin.



09.01.2016 20:27 ~2016.01.10 09:31 | simurg56