Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [midye] de;

7. ku dema pêşîn hati xwarin, ger neyê hezkirin jixwe êdî wê careke din neyê xwarin. yanî mirov an jê hez dike an jî nake.

pênas: xwarineke ku li kolanan tê firotin.



04.02.2014 19:29 | simurg56

1. debara mêrdîniyên li stenbolê ye.

ew qas ku êdî kes midye bikire, ji firoşger dipirse "tu mêrdînî yî?" ez bawer im êdî ji vê pirsê mêrdînî jî kerixîne.

midye xweş e, lîmonê lê bikin û bixwin, zêde jî ser nefikirin ku dilê we li hev nekeve.

piranî li ber behrê tên firotin û dema zabite were cî da dezgeha xwe biçûk berhev dikin û xwe vedişêrîn. wisa lez in ku heta tu berê xwe bizivîrînî û zebiteyan bibînî û meselê fêhm bikî, ev firoşgerên mêrdînî dezgeha xwe jî xwe jî xef dikin û tu di destê te de midye, wisa şaşwaz dimînî.

(bnr: ez ji xwe dizanim)



12.08.2013 17:42 | simurg56