Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ayetên ku dibêjin ne-misilman diçin dojehê] de;

22. ayetên ku dema bên rêzkirin û her roj di rojeva tirşikê de bimîne, wê kêrî çi were nizanim.

ez ne ji hebûna van ayetan ne jî ji behsêkirina wan aciz im lê li van gotinan binêrin;



"ayetên ku dibêjin, eger tu dînê bav û kalên xwe bernede, eger tu li ser eslê xwe bimîne, eger tu dîroka xwe û bav û kalên xwe ji bîr neke, eger tu adetên kal û bavên xwe bernede, eger tu li xayintî li çand û dîroka bav û kalan neke ... tu yê biçe cehnimê û dojehê û canê te yê di agir de bişewite"



tê bêjî qey dîn tiştek netewî ye ku divê mirov her tim li ser ya bav û kalên xwe be. tir li kû das li kû? paşê tê gotin ku armanç tenê wergera wan e.



û erê baştirînê kurdên bakur mîna min in. em çi bikin, em hema piçekê ji daîşê medenîtir in.



14.02.2016 17:14 ~17:19 | simurg56

19. ecêba xwedê ne yaw. heyran derdê we çi ye? yanî ma mirov evqas jî fêhmkor dibe.

mirovek komûnîst wê helbet bêje "ger hûn sîstema kapîtalîst biparêzin, hûn ê têk herin, bimirin" yê kapîtalîst jî wê berevajî bêje.

hemû dînên li ser dinyayê dibêjin baweriya me rast e. û kes nabêje "heyran dîna rast ev e. lê xem nake, tu jê bawer nekî jî, li dijî wê bî jî problem tune. tu bi keyfa xwe yî jixwe wê herkes here bihûştê"

yanî ma çi problem di wan ayetan de heye ku dibêjin wê yên nemisilman herin cehnimê? te bivê quran bila komple ji ayetên wisa pêk bê, êêê? problem çi ye? wekî tu ji vê dînê nebawer î, te çi ji îdîayên wê hene? nexwe divê tu bertekan li hemberî hemû analîst, şîrovekar û kahînan jî nîşan bidî.



- birêz nostradamus, te ji bo sedsala me gotiye wê dinya xera bibe. tu çima wisa dibêjî? ez ji van gotinên te gelek dixeyidim. ji kerema xwe re bes wisa bike.





ez îro ji xwe re dînek çêkim wê ayeta wê ya ewil ev be "dînê sîmurgus ya heq e. heçiqê jê bawer bikin wê herin dîskoyê û yên bawer nekin wê heta dawiyê di germ û şewata cizîrê de bimînin"



13.02.2016 20:17 | simurg56