Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mastît] de;

1. edab girtina raçînka çîçikê ye.

piranî piştî anîna zarokan pêk tê. di demên din de gelek hindik e. li gorî sedema wê mirov dikare bike di beş;

1- ekstrînsîk (ji ber sedemên derî çiçkikê: çerm, valahiya sing(toraks) û enfeksiyona raçînkên cîran)

2- întrînsîk (ji ber sedemê hundurê çiçikê: piranî ji ber çewt teşegirtina çeçikê ye)



herî zêde ji ber bakteriyan çêdibe ku bakteriya bi navê s.aureus (stafîlokok) û cûreyên steptokokan bi piranî berpirsiyar in.

di enfeksiyona stafîlakokan de piranî apse çêdibin, êşa nuqteyeke çiçikê li pêş e, rengê wê ber bi sor ve guheriye û germahiya vê herema çiçikê zêde bûye (nîşaneyên hemû apseyan)

ev apse piranî têkildarî mêtina zarokan e û herî zêde di çend heftiyên pêşîn yên mêtina zarokan pêk tê. (puerperal mastît)

tedawiya herî serkeftî û bingehîn ya vê nexweşiyê, valakirina vê apseyê ye. (edaba di nava apseyê de) valakirina herî bandorker jî emeliyatek biçûk e. piranî jêkirinek li hawirdorê serê çiçikê tê bijartin ku dewsa emeliyatê hindiktir bimîne. (tabî ger ji vê derê mudaxale pêkan be)

enfeksiyona stafîlakokan hinekî din lokalîze ye, yanî bi taybetî qadek digirin û li wê derê pêşve diçin û hinekî li kûr in. lê ya streptokokan ewqas ne kûr in, piranî hema di bin çermê de ne lê qadek firehtir digirin û sînorên wê mîma ya stafîlakokan ne diyar e.

ji ber piranî apseyek tune, ne pêkan e ku bi mudaxaleyek cerrahî edab were valakirin û tedawîkirin. şûna vê yekê, bi riya demaran antîbîyotîk (penîsîlîn an jî sefalosporîn) tên dayîn, kompresên şil û şîrgermî tê danîn li ser birînê.

di ber re, ger pêkan be mînakek ji birînê tê standin û ji bo kulturê, tê şandin bo mîkrobîyolojiyê. li gorî encama vê kulturê, heye ku antîbîyoterapî biguhere.



rewşên enfeksiyonê di sekna şîr de zêdetir e. ger şîrê jinê (ji ber sedemên cûr bi cûr) neherike û di çiçikê de bimîne, ji bo mîkroban dibe hawirdorek gelek guncan û di di dawiyê de enfeksiyon pêk tê. carina ji zarokan bixwe jî enfeksîyon dikare derbasî çiçikê bibe. heye ku ji çiçikê edab biherike. wê demê mêtin tê sekinandin, antbîyotîk tên destpêkirin û ger pêkan be mudaxaleyek cerrahî tê kirin. lê divê çiçik bi riyek din were valakirin (pompeyên çiçikê). wê demê başbûn zûtir dibe û îhtîmala dubarekirinê kêmtir dibe.



mijar berdawamiya mijara cerrahiya giştî bû.



08.03.2016 21:12 ~21:13 | simurg56