Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [web 2.0] de;

1. navê şêwaza nû ya înternetê ye.

berê web 1.0 hebû. di web 1.0ê de malper sabît bûn û yekalî bû. yanî malper tim wek xwe bû, li gorî daxwaza bikarhêneran nediguheriya. her weke din tenê xwediyê malperê dikariya parvekirinê bike. têkiliyek yekalî hebû. bikarhêner nedikariya tiştek li malperê zêde bike an jî biguherîne.

lê di web 2.0ê de, naveroka malperê piranî ji aliyê bikarhêneran ve tê tijekirin yanî têkiliyek dualî heye.



web 2.0 ne bi îcatkirina teknolojiyekê pêk hatiye. bi pêşketina teknolojiyê, hêdî hêdî pêk hatiye û piştî pêkhatina xwe, navê wê hatiye dîtin.



11.03.2016 22:10 | simurg56