Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mirady] de;

18. berî 2-3 mehan albûmek nû derxistiye lê haya min îro jê çêbû. welleh me xwe hetikand.
neyse ez ê ji îro û pêve lê guhdar bikim û şîroveyên xwe bêjim. lê mixabin mirov nikare ji malpereke kurdî, vê albûmê bikire.
navê albûmê xwelî ye. piştî albûmên xemname û marmasîyê, sêyemîn albûma wî ye.



07.05.2018 21:35 | simurg56

3. stranbêjê ku meraq dikim gelo bi rastşî birayê mehmet atlı ye an na.

ger wisa be ev agahî bêguman yek ji tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe ye.



15.08.2013 20:59 | simurg56

1. yek ji mûzîkjenên nûjen e. navê wî yê rastîn murat doğan e û ji navçeya erxanî ya amedê ye ku ev yek ji strana wî ya va çi ye law tê fêhmkirin; stranê de dibêje "...ji erxaniyê bi rê ketim, binêr ez çawa bûm..."

mamosteyê fîzîkê ye.



hê zêde nebûye popûler, lê xwediyê tarz û stranên gelekî xweş e. ger rojek kurd bikarin jiyanek normal bijîn, wê gelekî bibe popûler. ji ber ku stranên wî yên li ser welatparêziyê kêm in, aniha nikare zêde bibe populer.



albûma wî ya yekemîn bi navê xemname derketibû piştî 7 salan albûma xwe ya marmasî derxist û bi vê albûmê zêdetir hat nasîn. lê belê ya pêşîn xweştir bû.



mixabin bi raperînre duetek kiriye ku;

1- mirady qalîteya xwe herimandiye

2- herduyan strana xweşik hate ber derî herimandine. ciwan haco xwe bikuje, mafdar e.





oha, ez bawer im vana albûma tarûmar de komple duet kirine.



albûma mirady ya yekemîn de stranek bi navê olmayacaksın heye. stran bi tirkî ye, ji vî alî ve tişteke layiqî rexnê ye lê mixabin bi rastî jî xweş gotiye.



15.08.2013 20:32 | simurg56