Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwarina dayîna ji bo derketina diranên zarokan] de;

1. yek ji edetên me ye.

dema zarokên biçûk cara ewil diraneke wan derdikeve, xwarina danînok tê çêkirin û li nas û cîranan tê belavkirin. nas û cîran jî lalîka danînokê vala venagerînin û weke dîyarî, tiştek têxin tê de. (têra cilekê qumaş an jî çend hêk fîlan)

niha li bajaran jî ev edet didome lê êdî kes hêk nake tê de, belkî xwarinek nedîtî an jî 5 tl *



12.03.2016 16:48 | simurg56