Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê] de;

134. hey gidî. ji rojên geş yên tirşikê, bîranînek xweş e ji bo rojên reş yên tirşikê.



27.03.2019 21:10 | simurg56

124. li gorî nêrînên beşdaran, civînek serkeftî û xweş bûye. mîna hemû tirşikvanan ez jî pê kêfxweş bûm ku tirşikvan gihane hev û sohbetek xweş kirine. ciwanên wisa yên gelê kurd zêdetir bin û her tim bi hev re bin. amîn!



6. civîna tirşikvanan bû (1-2 heb jî yên biçûk hebûn) (bnr: civînên tirşikvanan)



18.04.2016 16:34 ~16:41 | simurg56

89. civîna ku divê îşev bi analîzên dûv û dirêj yên beşdaran bibe senaryoyek têr û tije.



17.04.2016 19:38 ~20:10 | simurg56

32. rewşa dawîn;



- çiyayê mêrdîn

- gulêê

- bijîmillah

- shorbevan (bi şerta rîçala bacanên reş)

- quşxaneli

- xeteraqirêj

- hozan serhad

- endazyar (wê ji bo saetek be jî beşdar bibe)

- ferhenga şikestî (belkî beşdar bibe)



26.03.2016 11:09 | simurg56

21. yekemîn civîna tirşikvana ya sala 2016an e.

di eslê xwe de par me biryar dabû ku îsal dîsa di newrozê de li amedê bigihin hev lê mixabin ji ber şert û mercên welêt derfet jê re nebû.



bi qasê min jê fêhm kir, tirşikvanên ku wê beşdar bibin;

- çiyayê mêrdîn

- gulêê

- endazyar (ger beşdarbûn zêde be wê tevlî bibe)

- bijîmillah

- shorbevan (bi şerta rîçala bacanên reş)

- quşxaneli (dixwaze lê wê li gorî dîroka civînê biryar bide)

- xeteraqirêj



heta roja civînê herkes biryara xwe ya dawîn bide wê baş be.



23.03.2016 20:58 | simurg56

3. ne mina festivalek be jî, weke civînek dikare were lidarxistin.

mîna yên berê; (bnr: 20.04.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li stembolê) û hwd.



ez bixwe ne li stenbolê me û ne jî dikarim werim lê ger hevalên cîdî hebin, bila roja wê diyar bikin û vê mijarê bişopînin. ger hinek din jî bersivên erênî bidin, bila civîn were çêkirin.



19.03.2016 23:40 | simurg56