Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dilrûniştî] de;

1. ji peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin e.

heta niha min li du deran peyda kiriye;

1- di pirtûka apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir de, du rûpela 18. de; "li gel vê dîtina Smayîl ku hem sade hem jî trajîk jî bû, ez dilrûniştî bûm ku karê me ji wilo girantir e û di siberojê de jî jiyana me wiha sade û hêsan nabe, lê wê demê min nedizanî astengî çi ne û pirsgirk çawa dibin"



2- di 105. hejmara rojanameya rûdawê de, di rûpela 13. de: "azad nameya ku ji bo telefona wî ya destan re hatiye vedike. beriya ku bixwîne jî, dilrûniştî ye ku name derbarê kovara wî de ye"



weke tê dîtin wateya wê weke "berî aşkerebûna bûyerekê/tiştekê pêhesîna wê, texmînkirina wê" ye. em dikarin bibêjin "ji yekî re eyan bûn"



27.03.2016 16:05 ~16:06 | simurg56