Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mêrên pordirêj] de;

14. ev 14 sal in ku ez im. havînê an divê hinekî were kurtkirin û patik hewayê bistîne an jî divê were girêdan. ez girê nadim lê kurt dikim carina. ger na patika mirov dişewite.
problema min ya herî mezin ew e ku kurê minê 4 salî dema aciz dibe, porê dikişîne û 10-15 mûyan jê dikişîne.



30.11.2019 20:57 | simurg56

3. ez im.

ev bi qasê 11 sal in porê min dirêj e. ji milên min jî derbas dibe gelek caran. di nav civaka kurdan de rewşek zehmet e.

pêşîn divê hûn malabata xwe hîn bikin. piştî salan, wê daxwazên wan yên tund ku hûn porê xwe kurkin vegerin pêşniyaran û di dawiyê de wê tenê bêjin "bi ya min kurt spehîtir bû"

paşê divê hûn derdora xwe, cîranên xwe û nasên xwe yên dûr qanî bikin.

piştî van jî divê êdî dema hûn herin bajar û bajarokên kurdistanê, hûn xwe hînî nêrînên ecêb amade bikin.



an di nav van 11 salan de nêrîna gelê kurd ya li hember mêrên pordirêj guherî an jî ez zêde zêde hînî guhnedana gotinan û nedîtina mêzekirinan bûm.



29.03.2016 21:30 | simurg56