Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qampanya ya jêbirina entryên xwe ser tirşikê] de;

10. mijara ku diviyabû bibûya qada pêşniyaran lê dîsa tenê gûftûgoyên bêencam hene.



weke min li jor jî got: mirovek tenê nikare hemû peyaman kontrol bike û sereraast bike. loma moderatorî heye û ji her fikr û baweriyan moderator hene. yek ji karên van moderatoran ew e ku peyamên çewt û derî qeydeyên tirşikê, jê bibin.

lê problem ew e ku carina moderator bixwe bi mehan nakevin tirşikê. û kes naxwaze peyamên nivîskarên nû jî jê bibe da ku ji tirşikê sar nebin.



niha moderatorek were, çend peyamên dijî formatê bala wî bikişînin û wan jê bibe lê paşê bîhna wî teng bibe an jî karek wî derkeve fîlan û dev ji jêbirina peyamên din berde, em nikarin tiştek bêjin.



- divê hemû peyamên ne li gorî formatê, werin jêbirin (peyama ye ya li jor jî)

- ji bo nivîskarên nû toleransek heye

- di hinek mijaran de pêkanîna formatê hinekî zehmet e, ji ber vê yekê dîsa carina moderator toleransê nîşan didin.



lê carina di binê mijarekê de êdî bihêlin derketina ji formatê, rewş ji formata foruman jî derdikeve û dibe mîna chat-room'an. wê demê moderatorek hêrs dibe û wê mudaxaleyî wê mijarê dike. şert e ew e ku di van kirinan alîgirî tune be. bi qasê nas dikim, tu moderatorên me ne mirovên wisa ne ku erkên xwe yên moderatoriyê di riyên nebaş de bi kar bînin.



tê gotin nexwe çima hemû peyamên derî formatê nayên jêbirin. ev pirsek mafdar e. ger peyamek ku derî formatê be û atmosfera tirşikê xera bike hebe, ji kerema xwe re ragihîne moderatoran ku ew jê bibin. weke hûn zanîn li gel ku %100 gorî formata tirşikê dinivîsand dîsa jî shorbevan ji bo heftiyekê hatibû astengkirin. yanî ya girîng ew e ku atmosfera gûftûgoyên rêzdar û parvekirina agahiyan xera nebe.



diviyabû polîsên trafîkê ceza bidana hemû ajokerên ku xeletiyan dikin lê nikarin. dema carina xwe li qunceke riyekê veşêrin û çend heban tespît bikin û ceza lê bibirin jî kes nikare îtîraz bike.



03.04.2016 22:17 | simurg56

8. agahî;



peyamên ku îro û duh hatine jêbirin ji vê wêneya li jêr, dikarin werin dîtin.

Here lînkê



di vê wêneyê jimareya berî peyamê nimroya nivîskar e. weke mînak;

azad30=1295,

xewnname=212,

biruya hayao miyazaki=733,

hozan serhad=13939,

rasteqin=987,

gulee=847,

terkexem=528



hûn dikarin wêneyê li vir mezintir jî bibînin; Here lînkê



03.04.2016 21:38 ~21:39 | simurg56

7. Qampanyaya ku dema çûm malê ez ê îdiayên wê derxim holê ka rast in an na.

Dema çûm malê ez ê derxim holê bê ka di wan mijaran de kijan peyam hatine jêbirin.



03.04.2016 14:36 | simurg56

2. qampanyaya ku ger bi sedemên derbasdar destpê bike, ez ê jî tevlî bibim *



peyamên derî formatê dikarin werin jêbirin, divê werin jêbirin jî. lê ji ber ku tirşik têra xwe ne populer e jixwe hejmara peyaman gelek kêm e, kes(tu moderator) naxwaze %70ê peyamên nivîskarên nû jê bibe. lê dîsa jî ez bixwe peyamên him li derî formatê ne him jî rasterast bersivê dide şexsê xwediyê peyama xwe û naveroka wê jî weke "erê welleh te rast got" fîlan e, jê dibim.



yanî problem ev e newsa: hemû peyamên derî formatê nayên jêbirin. gelo ev ne bêedaletî ye?



hema bêje nîvê nivîskarên tirşikê yên populer, jixwe moderator in. em yeko yeko wan bişopînin ka kî kîjan peyaman jê biriye û gelo li qesta wî li kesekî heye an na? an jî em tenê ragihandina xeletiyan/neheqiyan kontrol bikin? an jî pêşniyarek din?



mirovek tenê nikare kontrola hemû peyaman bike. loma divê pêşniyarek kolektîf bê dîtin.



03.04.2016 10:05 | simurg56