Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li dêrê] de;

3. heftemîn pirtûka hesenê metê ye. lê ne weke jor hatiye gotin, e; pirtûk tenê behsa çîroka bilindê zaxoyî dike. çîrok hemû ya wî ye. nivîskar tenê lê guhdar e.

min ji pirtûkê zêde hez nekir. ya ewil, çîroka bilind, têra xwe klasîk bû û ji xeynî hinek hevok û teswîran, çîrokê qet bala min nekişandin. ji aliyê din ve weke her karê kurdan ev çîrok jî tije ajîtasyon û bedbînî bû. dilê me reş bû ji van çîrokan. tu ji kîjan penaberê sûrî bipirsî, jixwe wê ji we re çîrokek ajîtatîftir û bedbîntir bêje. ji bo afirandina senaryoyek wisa, qet fikirîn ne hewce ye yanî.

tiştek din ku di pirtûkê de min îrîte dikir jî ev bû: temam me fêhm kir, nivîskarê rastîn (hesenê metê) ne kesek oldar e, ji xwedê bawer nake û ji dînan hez nake û dixwaze van rexneyên xwe li lehengên romana xwe bide gotin; lê ev rexne û şîroveyên di derbarê dîn û baweriyan de, gelek lawaz bûn û hema bêje di her rûpelekê de hebûn.

min ji 6 pirtûkên din yên hesenê metê yên berî vê pirtûkê, 5an xwendibûn, heçko ew xweştir bûn û ev teqlîdeke wan bû. welhasil min ji pirtûkê zêde hez nekir û 70 pûan danê.



20.09.2017 19:55 ~19:56 | simurg56

2. pirtûka ku çi tesadûfek ecêb e ku ez ji vêga dixwînim. dema mın xelas kir ez ê fikra xwe bêjim lê wek pirtûkek xweş xuya dike.



17.04.2016 19:40 | simurg56